Kokot navê cureyeke quşxaneyê ye. Formeke wê ya standard nîne lê li Kurdistanê ji quşxaneyên lûleyên wan dirêj in, di forma çirayê de ne re, kokot gotine.
Kokot ji verokê biçûktir an mezintir e. Bo qelandina rûn bikardianîne. Yek çepilk jî dibin, du çepilk jî.
Navê amana kelînê, navê vê firaxê yê giştî quşxane ye. Di zimanê kurdî gorî mezinî û kêrbariya xwe her quşxaneyek naveke taybet girtiye. Ev jî bûye sedemê tevlîheviyan.