Çiyayên Alpê | |
---|---|
Dîtina Çiyayên Alpê ji esmanê. | |
Çiyayê herî bilind | Mont Blanc (4.808 m) |
Dirêjayî | 1.200 km |
Firehî | 250 km |
Qada rûerdê | 190.000 km2 |
Cih | Monako, Fransa, Swîsre, Îtalya, Liechtenstein, Almanya, Awistirya û Slovenya |
Zincîreçiya | Kembera Alpîn |
Koordînat | 46°34′41″Bk 8°36′54″Rh / 46.5781°Bk 8.615°Rh |
Nexşeya Çiyayên Alpê | |
Cure | Zincîreçiya |
Alp an jî Çiyayên Alpê yek ji rêzeçiyayên herî bilind û berfireh li Ewropayê ye ku dirêjahiya wî bi qasî 1.200 km ye, bi ser heşt welatan (ji rojava ber bi rojhilat ve) Monako, Fransa, Swîsre, Îtalya, Liechtenstein, Almanya, Awistirya û Slovenyayê dirêj dibe. Çiyayên Alpê li qadeke bi qasî 207.000 kîlometre çarçik berfireh e ku bi berfirehiya qadî çiyayê herî berfireh û çiyayê herî mezin ê Ewropayê ye.
Kembera Alpîn ji Nice li rojavayê Deryaya Navîn heya Trieste li Deryaya Adriyatîk û ji Viyanayê li destpêka Hewzeya Panonî (Pannonian Basin) dirêj dibe. Çiyayên Alpê ji heyama deh milyon salan pêk tê û ber lihevketina lewheyên tektonîk yên Afrîka û Ewrasyayê li qadeke berfireh û dirêj bilind bûye. Lihevketina her du lewheyan dibe sedema bilindbûna kevirên tort ên deryayî (marine sedimentary rocks) ku lûtkeyên çiyayên bilind ên mîna Mont Blanc û Matterhorn çêdibin.
Mont Blanc ku li ser sinorê Fransa û Îtalyayê ye bi qasî 4.809 metre bilind bûye û çiyayê herî bilind ê çiyayên Alpê ye. Qada Herêma Alpîn ji 128 lûtkeyan pêk tê ku lûtkeyên ji 4.000 metre bilindtir vedihewîne.
Bilindahî û mezinahiya rêzeçiyayê bandorê li avhewaya li Ewropayê dike ku li çiyayan asta baranê pir diguhere û şert û mercên avhewayî ji herêmên cuda pêk tên. Heywanên kovî yên wekî pezkoviyan (Rupicapra rupicapra) li lûtkeyên bilind ên ku bilindahiya lûtkeyên digihîje 3.400 mêtreyê têne dîtin û nebatên wekî edelweiss (Leontopodium nivale) li deverên zinarîn ên li bilindahiyên jêrîn û her weha li bilindahiyên jorîn têne dîtin.
Belgeyên bicibûna mirovî ya li Alpê vedigere serdema paleolîtîk. Di sala 1991ê de li ser sinorê Awistirya û Îtalyayê laşê mirovekî mûmyakirî ku dîroka laşî wî heya 5000 sal berê diçe hatiye dîtin.[1]
Di sedsala 6ê b.z. de çanda keltîk a La Tène bi awayekê baş li herêmê bi cih bûye. Hannibal bi taybetî bi keriyek fîlan re derbasî Alpê bûne û niştecihên romayî li herêmê bi cih bûne. Di sala 1800an de Napoleon bi artêşek ku ji 40.000 kesan pêk hatiye di derbasokeke çiyayî ve çiyayê derbas dibe. Di sedsalên 18 û 19an de çiyayên Alpê şahidiya hatina nivîskar û hunermendan bi taybetî şahidiya romantîstan dike ku bi vê yekê serdema zêrîn a Alpê dest pê dike ku çiyageran dest bi hilkişîna lûtkeyên Alpê kirine.
Herêma Alpê xwedî nasnameyeke çandî ya bi hêz e ku kiryarên kevneşopî yên wekî cotkarî, penîrvanî û karê daran hê jî li gundên Alpê berdewam dikin.
Lîstikên olîmpiyad ên zivistanê li Alpên Swîsre, Fransa, Îtalya, Awistirya û Almanyayê hatine lidarxistin. Ji sala 2010an vir ve li herêmê 14 milyon mirov kes dijîn û salane 120 milyon kes serlêdana herêmê dikin.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)