Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên almanî, slovenî û danmarkî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Österreich | |||||
Republik Österreich | |||||
Komara Awistiryayê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Land der Berge, Land am Strome (Welatê Çiyan, Welatê ber Çemê) | |||||
Zimanên fermî | Almanî
| ||||
Zimanên nefermî | Slovenî, Mecarî, Kroatî | ||||
Paytext | Viyana 48°12′Bk 16°21′Rh / 48.200°Bk 16.350°Rh | ||||
Bajarê mezin | Viyana | ||||
Sîstema siyasî | Komarî | ||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Alexander Van der Bellen Karl Nehammer | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
83.882 km2 0,84 | ||||
Gelhe - Giştî (2021) - Berbelavî |
8.932.664 kes 106 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 31ê çiriya pêşîn 1918 | ||||
Dirav | Ewro EUR | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .at | ||||
Koda telefonê | +43 | ||||
Awistirya (wek Austriya, Awistriya, Awistiriya, Ewistirya û Ostriya jî tê nivîsandin) yan Otrîş yan jî Nemsa û bi fermî Komara Awistiryayê (bi almanî: Republik Österreich) dewleteke federal, di Ewropaya navîn de ye.
Bi sîstema demokrasiya parlemanî tê îdarekirin. Sînorên Awistiryayê ji bakur ve bi Almanya û Komara Çek, ji aliyê rojhilat ve Slovakya û Mecaristan, ji başûr ve Slovenya û Îtalya û ji aliyê rojava ve Swîsre û Liechtenstein e. Dewleta federal ji sala 1955'î pê ve endamê NY û ji sala 1995´î pê ve jî endamê Yekitiya Ewropayê ye.
Bi texmîn li Awistiryayê derdora 55.000 - 80.000 kurd, piranî li bajarên Viyana û Grazê, dijîn.