Our website is made possible by displaying online advertisements to our visitors.
Please consider supporting us by disabling your ad blocker.

Responsive image


Hindistan

भारत गणराज्य
Bhārat Gaṇarājya
Komara Hindistanê
Alayê Hindistanê Nîşan Hindistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Jana Gana Mana
Zimanên fermî Îngilîzî û hindî


Zimanên nefermî Asamî, bengalî, bodo, dogrî, gujaratî, kannada, kaşmîrî, konkanî, maîthîlî, malayalam, manîpurî, marathî, nepalî, oriya, pencabî, sanskrît, santalî, sindhî, tamîl, telugû, ûrdû
Paytext Delhiya Nû
28°34′Bk 77°12′Rh / 28.567°Bk 77.200°Rh / 28.567; 77.200
Bajarê mezin Mumbaî
Sîstema siyasî Komarî
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Ram Nath Kovind
Narendra Modi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

3.287.590 km2
9,5
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

1.326.572.000 kes
392,3 kes/km2
Serxwebûn 15ê tebaxê 1947, ji Brîtaniya Mezin
Dirav Rupeeya hindistanî (INR)
Dem UTC +5:30
Nîşana înternetê .in
Koda telefonê +91

Hindistan an jî bi fermî Komara Hindistanê (bi hindî: भारत गणराज्य, lat. Bhārat Gaṇarājya; bi inglîzî: Republic of India) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê.

Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyem welatê mezin e bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat jî Bengladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbê wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.

Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demên berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê.[1] Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (hinduîzm, budîzm, caynîzm û sîkhîzm) ye, herwiha zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna xiristiyanî û misilmantî heta sedsala dehan gihane axa Hindistanê.[2]

Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehem mezin e.[3] Bi reformên aborî yên sala 1991ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê de artêşa mezin a çarem e.

Hindistan bi rêveberiya xwe ve komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene.

  1. ^ v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê A History of India
  2. ^ v=onepage&q&f=falsePirtûka Malik Mohamed a bi navê The foundations of the composite culture in India
  3. ^ Agahî di derbarê aboriya welat de

Previous Page Next Page






Индиа AB India ACE Индие ADY Indië AF Indien ALS ህንድ AM India AMI India AN Indea ANG India ANN

Responsive image

Responsive image