Govend, Dîlan, Hełperkê, Hełperîn, Çopî, Çûpî, Bazî, Sema, Şayî çandeke kevneşopî ya kurdan e ku di demên şahiyan de ji aliyê kurdan ve tê lidarxistin. Govenda kurdî bi celebek dansa çemberê ye ku bi yek an çend govendvanan ve li navendeke geometrîkî ya çemberê tê leyîstin. Govend li ber muzîkên muzîkjenên ku amûrên muzîkê def, zirne, bilûr jendidin bi xeleka govendî tê leyîstin.[1] Bi taybetî di dema govendên giran (govendên bi girseyî) de govend ji aliyê govendvaneke pispor ve ku wekî sergovend tê binavkirin ku destmal di destê de ye tê birêvebirin. Govendvan bi gelemperî bi cil û bergên kurdî yên kevneşopî beşdarî govendê dibin.[2] Kurd bi taybetî di rojên taybet ên wekî rojbûn, sersal, newroz, zewac û merasîmên din de govendê digerînin.[3] Sofî Omer sergovendê herî navdarê kurd e.[4]
Amûrên muzîkê yên sereke di govendê de dahol û zirne ne
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)