Kohezyon (bi latînî: cohaerere, wateya wê li ber hev man e) hêza kişanê ya di navbera molekûlên hemcins de ye, jê re tê gotin.
Kohezyon di madeyên req û şileyan de tê dîtin. Kohezyon di gazan de ji ber ku hêza kişanê pir biçûk e, tê îhmalkirin.
Kohezyon di navbera barên pozîtîf û negatîfê van madeyan de çê dibe. Emrê van bendên ku di navbera barên pozîtîf û negatîfê de çêbûne, qasî trilyonekê saniyeyekê ye belam di navbera molekûlên cîran de her tim bendên nû çê dibin û ev jî nahêlê ku pêkhatî belav bibe.[1]
Wekî encama vê bûyerê jî di şilekan de kirjiya rûxarî diqewime.