Kurdistan (کوردستان; i/kʊrdɪstɑːn/) welatekî jeoçandiyê li Rojhilata Navîn û li Asyaya Rojava ye. Kurdistan welatekî dîrokî ye ku çand, ziman û nasnameya neteweyî ya kurdan di dîrokê de li Kurdistanê hatiye avakirin. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne. Kurdistan di roja îro de ji çar perçeyên erdnîgarî yên wekê Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û ji Rojavayê Kurdistanê pêk tê.
Kurdistan yan jî erdnîgariya kurdan di despêkê de piştê şerê osmanî û sefewîyan bi Peymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewletên neteweperest ên ku li ser esasiyên yek-netewe hatine avakirin, di navbera dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de tê perçe kirin û bi van perçekirinan Kurdistan dibe çar perçe.[1][2]
Piştî Peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistan bi vê peymanê di navbera çar dewletên neteweperest de tê perçe kirin. Dewletên ku li ser esasiyên yek-netewe (mîlîtarîst) hatine avakirin, herêmên Kurdistanê ku di bin serweriyên wan de dimîne, ji aliyê van dewletan ve demografiya gelek bajar û gundên Kurdistanê bi neteweyên wekî tirk û ereban hatiye guhertin. Li ser van beşên Kurdistanê ku di bin serweriya van dewletên neteweperest de dimîne bi awayên tund zext û înkarkirin li ser ziman û çanda kurdan hatine meşandin.[3][4]
Li gorî dabaşbkirinên erdnîgarî di roja îro de çar perçeyên Kurdistan bi çar perçeyên erdnîgarî hatiye destnîşankirin. Beşên erdnigarî yên Kurdistanê wekê Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hatine binavkirin. Ev beşên erdnigarî di heman demê de perçeyên ku ji aliyê dewletên desthildar ve hatine desteserkirin destnîşan dikin.