Kuvark | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kuvark (bi latînî: Fungus) curayekî kuvan e. Gelek texlîtên kuvarkan bi rengên cuda cuda hene. Heta hin ji wan hene ku jehrî jî di wan de heye. Her sal gelek kes bi van karokên jehrîdar dimirin.
Karok li Kurdistanê di demsala biharê de li mêrg û terazinan şîndibin. Karok dema hêj nû ji binê axê derdikevin derva, gelek piçûk in, qurma wan zirav e û jora wan tar vedigire; girover dibe û keviyên xwe bi jêrê ve diwergerînin. Karok ji aliyê tara xwe ya binî ve, xetxetkî ye. Bihneke xweş jê tê û ji bo xwarina mirovan xwerekekî pir hêja, bi adan û nişa ye.