Mizgeft cihê nimêj kirin, peristin/taetkirina ola Îslamê ye.
Gotina mizgeftê di Quranê de wekî cihê îbadetê nehatiye gotin, lê peyva mescîd ku tê wateya "cihê ku lê secde tê kirin" hatiye bikaranîn. Mîmariya olî ya Îslamê ku li ser hedîsên ku pesnê nimêj û sedeqeya bi cemaetê didin, ji perestgeha yekem, Kabe û mizgefta ewil Mescîda Quba dest pê kir, bi Mescîda Nebawî û yên wekî wan berdewam kir.