Roma | |
---|---|
| |
Navê(n) din: | |
Roma li ser nexşeyê | |
Koordînat: 41°53′35″Bk 12°28′58″Rh / 41.89306°Bk 12.48278°Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Îtalya, Dewleta Papayî, Kingdom of Italy, Ostrogothic Kingdom, Împeratoriya Bîzansê, Keyaniya Îtalyayê, Keyaniya Romayê, Roman Republic, Împeratoriya Romê, Împeratoriya Romê ya Rojava, Vatîkan |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | c. 21 nîsan 753 b.z. |
Damezrîner | Romulus, Remus |
Îdarî | |
• Şaredar | Roberto Gualtieri (2021–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1287.36 km2 (49.705 sq mi) |
Bilindahî | 21 m (69 ft) |
Nifûs | 2.748.109 (2023) |
Dem | |
Koda telefonê | 06 |
Plakaya erebeyê | RM |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Roma (bi îtalî: Roma) paytexta Îtalyayê ye ku di heman demê de serbajarê herêma Lazyoyê ye. Bajêr 2.860.009 şênî li bi belavbûna 1.285 km² yê Roma komuna herî qerebalix a Îtalyayê û ji hêla nifûsê di nav sînorên bajêr de sêyem bajarê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê ye.[1] Roma li beşa navendî rojavayê Nîvgirava Îtalî, di nav herêma Lazyoyê (Latium) de, li ser peravên Çemê Tîberê hatiye avakirin. Bajarê Vatîkan (welatê herî biçûk ê cîhanê) ku welatekî serbixwe ye di nava sinorên bajarê Romayê de ye ku tenê mînaka heyî ya welatekî ye ku di nava bajarekî de hatiye damezrandin. Roma ji ber cihê xwe yê erdnîgarî bi gelemperî wekî Bajarê Heft Giran û hinek caran jî wekî "Bajarê Timheyî" tê binavkirin. Roma bi gelemperî wekî "dergûşa şaristaniya rojavayî û çanda xiristiyan" û navenda Dêra Katolîk hatiye hesibandin.
Dîroka Romayê 28 sedsal e. Bi vegotina mîtolojiya Romayê ku damezrandina bajêr li dora 753 b.z. de vedibêje, niştecih bûna Romayê pir kevintir e ku nêzîkî sê hezar sal e bajêr bûye niştecihek sereke ya mirovî û yek ji kevintirîn bajarên Ewropayê ye ku bi domdarî mirovan li bajêr jiyan xwe berdewam kirine. Nifûsa destpêkê ya bajêr ji tevliheviya Latînî, Etrûsk û Sabineyiyan pêk dihat. Di dawiyê de bajar li pey hev dibe paytexta Padîşahiya Romayê, Komara Roma û Împeratoriya Romayê ku ji aliyê gelek kesan ve wekî yekem bajar û metropolê Împeratorî tê dîtin. Bajêr ji aliyê helbestvanê romî Tibullus ve di sedsala 1ê berî zayînê yekem car bi navê Bajarê Timheyî (bi latînî: Urbs Aeterna; bi îtalî: La Città Eterna) hate binavkirin û ev nav ji aliyê Ovid, Virgil û Livî yê ve jî hatiye xwedîderketin. Navek din ê bajêr jî "Caput Mundi" ye ku wateya "Paytexta Cîhanê".