Xirwatistan

Republic of Croatia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xirwatistan
Republika Hrvatska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Full of life Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Lijepa naša domovino Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xirwatistan li ser nexşeyê
Map
Paytext
45°15'0.00"Bk, 15°28'0.01"Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî komar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Zoran Milanović (2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Andrej Plenković (2016–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 25 hezîran 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 56.594 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 3.871.833 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 2023)
  • Demjimêr
    Hatûçûna ajotinê
    • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Koda telefonê +385
    Malper
    http://www.vlada.hr, https://vlada.gov.hr/en Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Xirwatistan, bi fermî Komara Xirwatistanê, (bi xirwatî: Hrvatska), welatekî li ser xaçerêya Ewropaya Navendî û li başûrê rojhilatê Ewropayê ye ku peravên deryayî ya welêt bi tevahî li ser Deryaya Adriyatîkê ye. Li bakurê rojava Slovenya, li bakurê rojhilat Mecaristan, li rojhilat bi Serbistan, li başûrê rojhilat bi Bosniya û Herzegovîna û Montenegro re hevsinor e û li rojava û başûrê rojava ve bi Îtalyayê re sinorê deryayî parve dike. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Zagreb e ku bi bîst navçeyan yek ji beşên bingehîn ên welêt pêk tîne. Rûerd a Kroatya 56.594 kîlometre çargoşe erd vedigire û nifûsa welêt nêzîkê 3.9 milyon e.

    Gelê xirwatî di dawiya sedsala 6an de gihîştine Xirwatistana îro ku di wî demê Xirwatistan beşek ji Îlîryaya Romayê bû. Di sedsala 7an de herêm bi du dukayan hatiye organîze kirin. Xirwatistan yekem car di 7ê hezîrana sala 879an de di dema serdestiya Duk Branîmîr (rêveberên xirwatî) de di qada navneteweyî de wekî welatek serbixwe hatiye nas kirin. Tomislav di sala 925an de dibe yekem qiralê Xirwatistanê ku welêt derdixe asta statûya keyaniyê. Di dema krîza peyrewiyê de piştî ku xanedana Trpimirović diqede, Kroatya di sala 1102an de bi Mecaristanê re yekîtiyek ava dike. Di sala 1527an de li hember dagirkeriya osmaniyan, Meclîsa Xirwatistanê Ferdînand I ê awistirî ji bo textê Xirwatistanê hilbijartiye. Di cotmeha sala 1918an de li Zagrebê Dewleta Sloven, Xirwat û Serbên serbixwe ji Awistirya-Mecaristanê veqetiyan û di kanûna pêşîn a sala 1918an de beşdarî Keyaniya Yûgoslavyayê dibin. Piştî dagirkirina Axîs ya Yûgoslavyayê ya di nîsana sala 1941an de, piraniya Xirwatistanê beşdarî dewletek quklaya Dewleta Serbixwe ya Xirwatistanê hatibû kirin ku ji aliyê naziyan ve hatibû avakirin. Tevgereke berxwedanê dibe sedema damezrandina Komara Sosyalîst a Xirwatistanê ku piştî şer dibe endamê damezrîner û pêkhateya Komara Sosyalîst a Federal a Yûgoslavyayê. Di 25ê hezîrana sala 1991an de, Xirwatistan serxwebûna xwe radigihîne ku berê ragihandina serxwebûnê Şerê Serxwebûnê di heyamek çar salan de bi awayek serketî didomîne.

    Xirwatistan komar û demokrasiyek lîberal a parlemanî ye. Welat endamê Yekîtiya Ewropayê, Herêma Ewro, Herêma Şengenê, NATO, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, OSCE, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, yek ji endamên damezrînerê Yekîtiya ji bo Deryaya Navîn e û welêt niha di dema pêvajoya tevlîbûna OECDê de ye. Kroatya ku beşdarek çalakê di parastina aşitiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye ku bi serbazan beşdarî Hêza Alîkariya Ewlekariya Navdewletî bûye û ji bo dagirtina kursiyek nedaîmî di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de di serdema 2008-2009 de ji bo yekem car hatiye hilbijartin.

    Xirwatistan welatek pêşketî ye ku xwedan aborîyek pêşketî ya dahata bilind e û di Îndeksa Pêşketina Mirovî de di rêza 40em de ye. Li gorî rêjeya Qatjimara Gînî yê welêt di nav 20 welatên cîhanê de cih digire lê newekheviya dahatê kêm e. Ji salên 2000an vir ve hikûmeta Xirwatistanê veberhênanên giran ji bo binesaziyê nemaze ji bo rêyên veguheztinê û tesîsên li ser korîdorên Pan-Ewropî kiriye. Xirwatistan di destpêka sala 2020an de wekî pêşengek enerjiyê ya herêmî pêşketiye û bi navgîniya termînala gaza xwezayî ya şilkirî ya herikîn a li Girava Krkê, pargîdaniya LNG Hrvatska, beşdarî pirrengkirina dabînkirina enerjiyê ya Ewropayê dibe. Xirwatistan ewlehiya civakî, lênihêrîna tenduristiya gerdûnî û perwerdehiya seretayî û navîn a belaş pêk tîne û piştgirî dide saziyên giştî û veberhênanên pargîdaniyên di warê medya û weşanê de.


    Xirwatistan

    Dodaje.pl - Ogłoszenia lokalne